Norveç, îrlanda û spanyayê dewleta filistînê nas kiririn

Norveç, Îrlanda û Spanyayê bi awayekî fermî biryar dan ku Filistînê weke dewlet qebûl bikin.

Norveç, îrlanda û spanyayê dewleta filistînê nas kiririn
22 gulan 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Norveç, Îrlanda û Spanyayê biryara naskirina Dewleta Filistînê dan. Norveçê ragihand ku dê Filistînê li gorî hiqûqa navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) nas bikn. Hat zanîn ku biryara naskirinê ya her sê welatan dê di 28’ê gulanê de bikeve meriyetê. 

Serokwezîrê Norveçê Jonas Gahr Store serê sibehê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku çareseriya du dewletî ji bo berjewendiyên Îsraîlê jî baştir e û biryara naskirinê dê bikare vê pêk bîne.

Store tevî Wezîrê Karên Derve Espen Barth Eide daxuyanî da û wiha got: “Hikûmeta Norveçê biryar da ku Norveç Filistînê weke dewlet qebûl bike. Dê Norveç, bi dewletên di vê mijarê de hemfikir ên Awropayê re li gorî hiqûqa navneteweyî û biryarên KENY’ê, di 28’ê gulanê de bi sînorên sala 1967’an nas bike.”

ÎRLANDA Û SPANYA

Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris jî ragihand ku dê Îrlanda Filistînê weke dewlet nas bike. Harris, got ku divê hejmareke zêdetir a dewletan gavên bi heman rengî biavêjin û tev li wan bibin. Çavkaniyeke ji hikûmeta Spanyayê jî ji Reuters'ê re axivî û got ku Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez dê di 28’ê gulanê de Filistînê weke dewlet qebûl bike.

ÎSRAÎLÊ BIRYAR DA KU SEFÎRÊN XWE PAŞVE VEKIŞÎNE

 Piştî biryarên Norveç û Îrlandayê, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael  got ku biryar hatiye dayîn ku sefîrên wan ên li her du welatan vegerin welat.