SZK’ê li Reqayê dewreya yekemîn da destpêkirin

SZK’ê bi beşdariya 25 xwendekaran, dewreya yekemîn a fêrkirina zimanê kurdî li kantona Reqayê da destpêkirin.

 SZK’ê li Reqayê dewreya yekemîn da destpêkirin
 SZK’ê li Reqayê dewreya yekemîn da destpêkirin
 SZK’ê li Reqayê dewreya yekemîn da destpêkirin
 SZK’ê li Reqayê dewreya yekemîn da destpêkirin
 SZK’ê li Reqayê dewreya yekemîn da destpêkirin
 SZK’ê li Reqayê dewreya yekemîn da destpêkirin
 SZK’ê li Reqayê dewreya yekemîn da destpêkirin
7 tîrmeh, 2025   14:37
REQA

15’ê Gulana îsal Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li kantona Reqayê vekiribû. Li saziyê 3 mamoste, hevserok û endamên beşa arşîvê dixebitin.

SZK’ê îro bi beşdariya 25 xwendekarên ji hemû pêkhateyan, dewreya yekemîn a fêrkirina zimanê kurdî da destpêkirin. Perwerde dê rojên şemî, duşem û çarşeman ji saet 10.00’an heya 12.00’an were dayîn.

Dewreya perwerdeyê dê 6 mehan li gorî 3 astan dewam bike, her astek dê 3 mehan dewam bike. Xwendekar piştî her astekê dê bikevin ezmûnê. Xwendekarên serkeftî dê ji aliyê Desteya Perwerdeyê ve bawernameyê wergirin, xwendekar dikarin piştre xwendina xwe li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan temam bikin.

SZK xwendekarên di ser 16 saliyê re yên ji hemû pêkhateyan pêşwazî dike.

(bb)