Ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê nexşerêyek hat danîn

Berpirsa siyaseta derve ya YEˋyê diyar kir ku wezîrên derve îro li ser nexşerêya sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê li hev kir.

Ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê nexşerêyek hat danîn
27 ÇILE, 2025   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) mijara rakirina cezayên li ser Sûriyeyê di civîna îro ya li Brukselê de nîqaş kir û li ser nexşerêyekê ji bo sivikkirina wan cezayan hat danîn.

Berpirsa siyaseta derve ya blokê Kaya Callas li ser hesabê xwe yê Xˋê got, "Wezîran ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê li ser nexşerêyekê li hev kiriye."

Kaya wiha domand: "Em dixwazin bi lez tev bigerin, lê ger biryarên şaş hatin danîn, em dikarin rakirina cezayan betal bikin."

(fr)