Bendava Tişrînê li ber karesatekê ye; rêveberiya bendavê banga lezgîn kir

Bi berdewamkirina bombebarana balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bendava Tişrînê re, tirsa hilweşandina bendavê zêde dibe. Ev yek dê bibe sedema qutbûna elektrîk û avê li ser sed hezaran şêniyên herêmê, ji bilî metirsiya lehiyê li gund û bajarên li ser her du peravên çemê Firatê.

Bendava Tişrînê li ber karesatekê ye; rêveberiya bendavê banga lezgîn kir
Bendava Tişrînê li ber karesatekê ye; rêveberiya bendavê banga lezgîn kir
Bendava Tişrînê li ber karesatekê ye; rêveberiya bendavê banga lezgîn kir
Bendava Tişrînê li ber karesatekê ye; rêveberiya bendavê banga lezgîn kir
Bendava Tişrînê li ber karesatekê ye; rêveberiya bendavê banga lezgîn kir
Bendava Tişrînê li ber karesatekê ye; rêveberiya bendavê banga lezgîn kir
28 ÇILE, 2025   03:45
BENDAVA TIŞRÎN
DÎCLE EHMED

Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve, bi armanca dagirkirina herêmê û rûxandina dezgehên jiyanî yên ku xizmetê pêşkêşî zêdetirî 5 milyon mirovên li vê herêmê dikin, êriş û bombebaran û topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A BENDAVA TIŞRÎNÊ

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 bendav li ser çemê Firatê hene. Bendava Rojava (Tişrîn) li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê ye. Bendava Firatê nêzî bajarê Tebqayê ye, her wiha Bendava Huriye jî li nêzî bajarê Reqayê ye.

Bendava Tişrînê 115 kîlometreyan nêzî bajarê Helebê, 33 kîlometreyan li başûrê bajarê Minbicê ye û 70 kîlometreyan li başûrê rojavayê bajarê Kobanê ye. Bendav wek çavkaniyeke sereke ya enerjiya av û ceyranê tê bikaranîn.

Bendava Tişrîna ku di sala 1999ˈan de hatiye çêkirin, di warê enerjî û berhemanînê de duyemîn mezintirîn bendava li Sûriyeyê ye. Bendav bi alavên xwe yên elektronîk ên pêşketî û teknolojiyên nûjen hatiye avakirin.

Bendav ji 6 turbînên elektrîkê pêk tê. Giraniya her turbînekê hezar û 900 ton e û her yek ji wan dikare zêdetirî 100 megawat elektrîkê hilberîne. Kapasîteya gola ku li pişt bendavê jî bi qasî 1,9 milyar metrekab av e.

ZIYANÊN KU JI BER ÊRIŞAN ÇÊBÛNE

Êrşiên dewleta Tirk a dagirker ku ev zêdetirî 50 roj e li ser bendava Tişrînê berdewam dikin, bûne sedema gelek zerer û ziyanên giran ku rasterast bandorê li karkirina bendavê kiriye.

ZIRARA TEKNÎK

Ziyaneke teknîk a mezin li bendavê bûye, lewma bi temamî hilberandina elektrîkê li bendavê rawestiyaye, ji ber alavên elektrîkê hatin tobbarankirin, 6 turbîn bi tevahî hatin rawestandin.

Her wiha pompeyên avê jî rawestiyan, ev bû sedem ku standên turbînan, alavên elektrîkê û tunelên binerd di bin avê de bimînin û êdî ew alav nayên xebitandin yan sererastkirin.

Bombebarankirina berdewam ji aliyê balafirên şer, ên bêmirov û topan jî bû sedema lerizînên giran ku bû sedema zêdebûna derbasbûna avê û zêdebûna giraniya li ser binesaziya bendavê. Her wiha tankerên zeytê yên li ser bendavê ji ber êrişan di bin metirsiya şewatê de ne, dê bide sedema karesateke jîngehê ku rewşê xirabtir bike.

ZIYANÊN MIROVÎ Û XIZMETGUZARÎ

Ji aliyê mirovî ve, rawestandina bendavê bû sedem ku elektrîk li ser zêdetirî 400 hezar şêniyên ku li navçeyên derdora bendavê dijîn, qut bibe, ji ber ku elektrîka bajarê Kobanê, Minbicê û Sirînê ji bendava Tişrînê ye. Vê qutbûnê bandoreke mezin li jiyana rojane ya şêniyan kiriye, ji ber ku çavkaniyeke din a elektrîkê li van deveran nemaye.

Her wiha xetên avê yên ku ji bo vexwarin û avdaniyê dihatin bikaranîn rawestiyane, ji ber ku bendav ava vexwarinê dide stasyonên Xefsa, Babirî, Meskena û hin stasyonên din ên ku avê didin herêmên Helebê û bajarên Minbic, Kobanî, Sirîn û Cirniyeyê. Ev yek ewlehiya xwarinê ya civakên ku çandiniyê bi ava bendavê dikin, dixe xeterê.

ZIYANÊN LI JÎNGEHÊ

Ji aliyê jîngehê ve, rawestandina bendavê bûye sedema bilindbûna asta avê di hundirê gola bendavê de, û ji ber têkçûna pompeyan derfetên kişandina avê tune ne, ev jî egerên hilweşîna bendavê zêde dike. Hilweşîna bendavê tê gund û bajarên li ser her du qeraxên çemê Firatê bide ber xwe. Ev bandor dê bihêje hetanî Îraqê.

XEBATÊN LEZGÎN HATIN KIRIN

Tevî metirsiyên mezin û zehmetiya gihiştina bendavê ji ber berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, rêveberiya bendavê bi hevkariya rêxistinên navneteweyî, ji bo kêmkirina xirabûnê û hewldana ji bo bikaranîna bendavê, hinek xebatên awarte pêk anîn.

BANGA LEZGÎN JI BO CIVATA NAVNETEWEYÎ

Der barê mijarê de rêveberiya bendava Tişrînê, ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li ser bendavê, bang li civata navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bike.

Rêvebiriyê tekez kir ku pêdiviya wê bi piştgiriya bilez heye daku kelûmelên teknîkî yên pêwîst peyda bike û karibe xebatkarên endezyariyê bi ewle derbasî bendavê bike.

Rêvebiriya bendavê diyar kir ku hilweşîna bendavê dê bibe sedema karesateke mirovî û jîngehê, û bandorên wê ne tenê li deverên derdorê, lê dê li deverên berfireh ên Sûriyeyê belav bibe.

Her wiha diyar kir ku aramiya bendavê berpirsiyariyeke mirovî ya hevbeş e ku pêdivî bi tevgereke bilez heye daku rê li pêşiya karesetê bê girtin.

(k)

ANHA