Ji bo şermezarkirina êrişa li dijî navenda ciwanên Minbicê meş hatin lidarxistin

Ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember teqîna li dijî navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meş li dar xistin.

10 mijdar 2023   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dêrikê ji pêş Kampa Newrozê bi beşdariya dehan keç û xortan meşek hate destpêkirin. Di meşê de pankartên ′Bijî berxwedana Minbicê, ′Bijî ciwanên şoreşger′, ′Bê Serok Jiyan Nabe′, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan.

Di meşê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kampa Newrozê Besme Xalid axivî û wiha got: "Rojane êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên me zêde dibin û îro jî Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Minbicê ji hêla dewleta Tirk ve hate hedefgirtin."

Besme wiha domand: "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê dagirkeriyê têk bibin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin."

Li Dirbêsiyê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji pêş mizgefta El Hac Sultan heta ber bi Qada Jin a navçeyê ve meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên tevgera ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan.

Li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê endama rêveberiya tevgerê Êlîza Hiso daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyekê de hedefgirtina navenda Meclisa Ciwanên Minbicê hate şermezarkirin û hate gotin ew yek bi armanca têkbirina ciwanên pêşeng û sînordarkirina rola wan di civakê de ye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniyê de diyar kir ku êrişên dagirkeriyê li pêş têkoşîna wan nabin bend û soza hate dayîn ku têkoşîna xwe li ser xeta şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin.

Li Qamişloyê jî ji pêş Çerxerêya Şerqî meşek dest pê kir û li tevahî kolanên sereke ber bi Çerxerêya Sonî ve geriyan.

Li Çerxerêya Sonî endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Qendîl Osman daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker tecrîda li dijî Rêber Abduulah dewam dike û êrişên li ser herêmê rojane zêde dibin, her wiha êriş li dijî navenda ciwanên Minbicê jî plankirî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ev êriş bê bersiv namînin û ev ne cara yekemîn e dewleta Tirk vê herêmê hedef digire, lê dê jinên ciwan û ciwanên şoreşger bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dagirkeriyê têk bibin û Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin.

(fr)

ANHA