’Ji bo avakirina Sûriyeyê divê jin beşdarî hemû aliyên jiyanê bibin’
Beşdarên panela der barê "Rola jinên Sûriyeyê di şoreşê de" tekez kirin ku divê jin beşdarî hemû aliyên jiyanê bibin, ji bo avakirina Sûriyeke piralî, demokratîk.
Meclisa Jinan û Ciwanan a Meclîsa Partiya Sûriyeya Pêşerojê li kantona Tebqayê paneleke bi sernavê “Rola jinên Sûriyeyê di şoreşê de” li dar xist.
Semîner li salona Meclîsa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Tebqayê hate lidarxistin. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclîsên girêdayî wê û endamên jin ên Meclîsa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Tebqayê beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Cîgira Serokê Meclîsa Jinan a kantona Tebqayê Hind El Ebûd du mijarên sereke yên penelê vegotin: ya yekem "Rola jinên Sûriyeyê di Şoreşê de" û ya duyemîn "Paşguhkirin û biçûkxistina jinên Sûriyeyê piştî şoreşê".
Hin wiha got: "Jinên Sûriyeyê ji sala 2011'an vir ve stûna bingehîn a tevgera gel a aştiyane bû, bi awayekî çalak beşdarî xwepêşandan, belgekirin, xebatên alîkariyê û xebatên mafên mirovan bû. Gelek jin jî wekî sembolên têkoşîna sivîl û siyasî derketine hole. Piştî ku şoreş derbasî şerê çekdarî bû, jin jî cihên biryardayînê hatin dûrxistin. Lê pir jinan xebatên xwe bi rêya avakirina platformên sivîl û torên jinan ên serbixwe, dewam kirin. "
Jinên beşdar jî bal kişandin ser girîngiya çalakirina rola jinan di hemû qadan de, misogerkirina mafên wan. Her wiha gotin ku divê jin têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û piralî berdewam bikin û bibin hevparê nivîsandina destûrê. "
Di dawiya panelê de beşdaran tekez kirin ku jinên Sûriyeyê di şoreşê de bûne hevkarên bingehîn û bêyî beşdarbûna wan a çalak di hemû aliyên jiyana siyasî û civakî de Sûriyeyê nayê avakirin.
(k)
ANHA