Îsraîlê taxeke Beyrûtê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a Îsraîlê taxeke başûrê Beyrûtê bombebaran kir.

Îsraîlê taxeke Beyrûtê bombebaran kir
30 tîrmeh, 2024   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, balafireke bêmirov a Îsraîlê taxa Herîk a başûrê paytexta Lubnanê Beyrûtê bombebaran kir.

Nûçegihan destnîşan kir ku avahiya ku li taxê hatiye hedefgirtin a Hizbullaha Lubnanê ye û zirarên madî çêbûn. Lê nûçegihan têkildarî windahiyan tu zanyar aşkera nekirin.

(fr)