Nehiştin şandeya Enternasyonalîst derbas Şengalê be

Enternasyonalîstên ku xwestin di salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de biçin Şengalê, di têketina Til Aferê de hatin astengkirin.

Nehiştin şandeya Enternasyonalîst derbas Şengalê be
30 tîrmeh, 2024   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelek çalakî tên lidarxistin. Şandeyek ji Siwîsre, Almanya û Îtalyayê bi wê wesîleyê xwest çalakiyên ji bo fermanê bişopîne û berê xwe da Şengalê.

Şande dema gihişt Seytereya Kesk a Til Aferê li wir rastî astengiyan hat. Şandeyê bi dîmenekê da diyarkirin ku ew dixwazin li Şengalê projeyên xwe yên mirovî pêk bînin.

Şandeyê bang kir ku astengiyên li ber karên mirovî werin rakirin.