Îsraîlê ragihand ku 2 dronên ji Yemenê hatine avêtin asteng kirine

Îsraîlê ragihand ku artêşa wê bersiva 2 dronên ku ji Yemenê hatine avêtin, daye.

Îsraîlê ragihand ku 2 dronên ji Yemenê hatine avêtin asteng kirine
30 adar, 2026   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bersiva 2 dronên ku ji Yemenê hatine avêtin daye. Ji destpêka şerê DYA-Îsraîlê yê li dijî Îranê ve ev cara duyemîn e ku êriş ji aliyê Yemenê ve tên kirin.

Her wiha artêşa Îsraîlê li ser platforma X’ê diyar kir ku Îranê gelek mûşek avêtine Îsraîlê, di heman demê de Hêzên Hewayî yên Îsraîlê bersiva van êrişan daye û binesaziya Îranê hedef girtiye.