Hikumeta demkî ragihand ku bargehên wê yên li ser sînorê Iraqê hatin hedefkirin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku baregehên wê yên nêzî sînorê Iraqê bi dronan hatine hedefkirin û diyar kir ku piraniya dronan hatine xistin.

Hikumeta demkî ragihand ku bargehên wê yên li ser sînorê Iraqê hatin hedefkirin
30 adar, 2026   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku bargehên hêzên wê yên nêzî sînorê Iraqê berbanga îro bi dronan hatine hedefkirin. 

Hikumetê diyar kir ku piraniya dronan hatine xistin û îşaret pê kir ku ew vebijêrkên bersivdayînê di dema guncaw de dinirxîne da ku rê li ber êrişên li ser xaka Sûriyeyê bê girtin.

Hikumetê her wiha îşaret pê kir ku lêkolînên ji bo naskirina kesên li pey vê êrişê dewam dikin û destnîşan kir ku hêzên wê amade ne bersiva gefên di siberojê de bide.

(bb)