Asayîş: Divê hêzên me beriya lidarxistina çalakî û kombûnan bên agahdarkirin

Fermandariya Giştî ya Asayîşa Parêzgeha Hesekê diyar kir ku di demên dawîn de bêyî ku aliyên têkildar bidin agahdarkirin, gelek çalakî û şahî tên lidarxistin, ev yek jî ewlehiya welatiyan dixe nava gefan û diyar kir ku divê hêzên wan werin agahdarkirin.

Asayîş: Divê hêzên me beriya lidarxistina çalakî û kombûnan bên agahdarkirin
30 adar, 2026   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Parêzgeha Hesekê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji ber rewşa herêmên me tê re derbas dibe û ji ber berpirsyariya neteweyî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ya parastina îstîqrarê û parastina can û milkan, fermandariya me ya giştî dixwaze van mijaran zelal bike:

Di demên dawîn de hin welatiyên parêzgeha Hesekê bêyî ku aliyên têkildar bidin agahdarkirin, gelek çalakî û şahiyan bi awayekî neorganîzekirî di nava taxên giştî û kolanan de li dar dixin. Ev yek jî ewlehiya welatiyan dixe ber gefan. Di heman demê de bêrêkûpêkbûyînê di birêxistinbûyîna giştî ya herêmê de çêdike.

Ji bo van bûyeran em Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) daxwaza bicihanîna van xalan dikin:

1- Divê welatî beriya ku şahî û kombûnan li dar bixin, Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aliyên têkildar agahdar bikin.

2- Li gorî zagon û yasayên pêkanîna şahî û kombûnan, divê welatî destpêkê ruxsetê ji Asayîşê wergirin.

3- Dema destûrê anku ruxsetê bi dest bixin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê cihekî guncaw ji bo lidarxistina çalakiyên diyar bikin da ku encamên neyînî dernekevin hole.”

Fermandariya Hêzên Asayîşê ya Parêzgeha Hesekê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku parastina ewlehiya welatiyan erka wan a sereke ye û tevkariya bi Asayîşê re mîsogeriya ewlehiya welatiyan e.

(bb)

ANHA