Îsraîlê li dijî Îranê dest bi ‘êrişa pêşîlêgirtinê’kir

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku li dijî Îranê “êrişa pêşîlêgirtinê”dan destpêkirin.

Îsraîlê li dijî Îranê dest bi ‘êrişa pêşîlêgirtinê’kir
28 sibat, 2026   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku Îsraîlê li dijî Îranê “êrişa pêşîlêgirtinê” daye destpêkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê li paytexta Îranê Tehranê dengê teqînan hatiye bihîstin. Medyaya Îranê jî destnîşan kir ku hîna sedema teqînan nayê zanîn.

Şahidên ku ji ajansa nûçeyan Reuters re axivîn, ragihand ku li Qudsê dengê sîrenan hatiye bihîstin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku sîren li dijî îhtimala êrişa hewayî ji bo hişyarkirina gel xistine dewrê.