Îsraîlê careke din êrişî başûrê Lubnanê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Lubnanê binesaziya Hizbullahê kiriye hedef.

Îsraîlê careke din êrişî başûrê Lubnanê kir
28 sibat, 2026   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê vê sibehê ragihand ku wê li başûrê Lubnanê êriş biriye ser binesaziya Hizbullahê.

Hate diyarkirin ku di heman demê de balafirên şer bi nizmî li ser gund û bajarokên başûr digeriyan û bilindahiyên herêma Tufah û Liwîza, geliya Bergez û Qatranî digeriyan.

Artêşa Îsraîlê ku di rojên borî de êrişên xwe li başûrê Lubnanê û herêma Biaqa zêde kirine, êvara duşema borî nêzî 25 êrişên bi moşekan li gundên herêma Bîaqê ya rojhilatê welatê pêk anîbû. Giraniya êrişan li ser herêma Cerûd Şemstar, herêma Şeira a Cerd Cenat a rêze çiyayên rojhilat, devera Cerûd Biwadî, Beyt Mişîk a rojavayê Beilbek û Cerûd Hermal a bakurê Bîaqayê bûn.

(bb)