Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek kir hedef: 3 kuştî

Hate zanîn ku li başûrê Lubnanê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de 2 jê sûriyeyî, 3 kes hatin kuştin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek kir hedef: 3 kuştî
1 gulan, 2025   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Meys El Cebel a başûrê welat erebeyek kir hedef. Navendê ragihand ku êriş bi dronekê hatiye kirin û di encamê de kesekî lubnanî û 2 sûriyeyî hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA) jî piştrast kir ku "erebeyeke komkirina bermahiyan dema di navbera bajarokên Meys El Cebel û Peldayê de diçû, hat hedefkirin. Di encamê de 3 kesên di erebeyê de hatin kuştin."

Kanal 12 a Îsraîlê jî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, ragihand ku di êrişê de endamekî Hizbullahê hatiye kuştin.

(bb)