El Hicrî: Baweriya me bi heyeta ku dibêje ew hikumet e nemaye

Şêx Hikmet El Hicrî êrişên li ser Durziyan şermezar kirin û wek “kiryarên DAIŞ’ê” bi nav kirin. El Hicrî got "Êdî baweriya me bi heyeta ku dibêje ew hikumet e nemaye" û banga destwerdana bilez a navneteweyî kir.

El Hicrî: Baweriya me bi heyeta ku dibêje ew hikumet e nemaye
1 gulan, 2025   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê ruhanî yê civaka Misilmanên Miwehidîn Şêx Hikmet El Hicrî, komkujiyên li dijî sivîlan şermezar kirin û destnîşan kir ku ev êriş êrişeke qirkirinê ye û armanca wê terorkirin, tirsandin û ferzkirina serdestiyê ye. El Hicrî tekez kir ku qurbanî ne "çete" bûn wekî ku tê ragihandin, lê parastian xwe û malên xwe dikirin.

El Hicrî di daxuyaniyekê de ku îro li ser malper û platformên medyaya civakî hat weşandin, got: "Êdî baweriya me bi heyeta ku dibêje ew hikumet e nemaye, ji ber ku hikumet bi alîkariya çeteyên xwe yên tekfîrî yên ku girêdayî wan in, gelê xwe nakuje û piştî komkujiyan jî nabêje ku ew kesên komkujî kirin li derveryî kontrolê ne. Baweriya me bi hebûna endamên wê di nava me de nema, ji ber ku ew bûne alavên kuştin, revandin û berovajîkirina rastiyan. Ew her kesî dikin kafir, me tu caran behsa mezhebîtiyê nekiribû, lê li gorî wan her kesê ji mezheb û û olên din hemû kafir in, heta dunniyên pêşketî jî baweriya xwe bi wan nayê. Hikumet ew e ku gelê xwe diparêze, eger vê erka xwe bike dê gel ber bi wê ve biçe. Êdî xwestina parstina navneteweyî mafekî rewa ye ji bo gelekî ku bi komkuiyan tê tunekirin.”

El Hicrî bang li civata navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û "gelê bêçek û bêguneh biparêzin.”

(k)