Îsraîlê fermandarekî payebilind ê Hemasê li Lubnanê kuşt

Îsraîlê ragihand ku balafireke wê li herêma Terablusê ya Lubnanê erebeyek hedef girt, di encamê de fermandarekî payebilind ê Hemasê hat kuştin.

Îsraîlê fermandarekî payebilind ê Hemasê li Lubnanê kuşt
8 tîrmeh, 2025   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro li Lubnanê fermandarekî payebilind ê Hemasê kuştiye.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê terorîstek û serokekî tevgera Hemasê li herêma Terablusê ya Lubnanê kuştiye.

Girêdayî heman mijarê, malpera "Skya News Arebiye" destnîşan kir ku li gorî agahiyên destpêkê bi du moşekan êriş pêk hatiye û hin birîndar çêbûn.

Li gorî raporan jî, di êrişa Îsraîlê ya li dijî Terablusê yê bakurê Lubnanê de kesek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê îro aşkera kir ku, di êrişa hewayî ya duh a li dijî erebeyekê li bajarokê Dêr Kêfa yê başûrê Lubnanê de, fermandarê "Hêza Ridwan " a girêdayî Hizbullah, Elî Ebid El Hesen Heyder hat kuştin.

(mh/fr)