Rûsyayê ragihand ku bajarokekî din ê Ukraynayê kontrol kiriye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa wê bajarokekî parêzgeha Donetsk a Ukraynayê kontrol kiriye.

Rûsyayê ragihand ku bajarokekî din ê Ukraynayê kontrol kiriye
14 mijdar, 2024   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokê Voznesenka yê li nêzî Korakhovye ya Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê xistiye bin kontrola xwe.

Wezaretê diyar kir ku hêzên rûsî li çend deverên Komara Gel a Donetskê hêzên Ukraynayê kirine armanc. Di encamê de 485 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin û 5 panzêr û hinek top rûxandin.

Hêzên Rûsyayê demek berê kontrola xwe li ser bajarokê Revnobyl a li herêma Donetsk li rojhilatê Ukraynayê ragihandibû.

(bb)