Îsraîlê 9 dîlên din berdan

Nûnerê Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff got ew ji bo rizgarkirina tevahî dîlan dixebitin, di heman demê de Îsraîlê 9 dîlên din ên Filistînî yên ji bo tedawiyê rakiribûn nexweşxaneyê berdan.

Îsraîlê 9 dîlên din berdan
13 gulan, 2025   16:26
NAVENDAN ÛÇEYAN

Kanala 12’an a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre nûnerê berê yê serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff diyar kir ku, ew niha li ser rizgarkirina tevahî rehîniyan dixebitin.

Girêdayî heman mijarê, li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Dîlgirtiyan, desthilatê Îsraîlê 9 dîlên Filistînî ku ji bo tedawiyê veguhastin nexweşxaneyê berdan.

Piştî hevdîtina wî bi malbatên dîlan re li Til Avîvê ev daxuyaniya yekemîn a Witkoff e. Witkoff di hevdîtinê de hêvî kiribû ku berdana leşkerî Îsraîlê-Amerîkî Idan Alexander bibe hêviya çareserkirina dosyaya dîlgirtiyan.

Şeva berê di lihevkirineke awarte ya navbera Washington û tevgera Hemasê de dûrî hevkariya bi hikumeta Îsraîlê re Idan Alexander hat berdan, vê yekê di hundirê Îsraîlê de hêrsek çêkir û serokêwezîrê wê Benjamîn Netanyahu bi kêmasiya di dosyaya dîlgirtiyan de hat tohmetkirin.

(FR)