Rêveberiya Xweser: Projeya Rêber Abdullah nexşerêya rizgariya ji sîtemkarî û tundiyê ye

Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û diyar kir “Projeya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan e, lê nexşerêyeke ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji mîrateya sîtemkarî û tundiya neteweyî û olî ye.”

Rêveberiya Xweser: Projeya Rêber Abdullah nexşerêya rizgariya ji sîtemkarî û tundiyê ye
13 gulan, 2025   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di vê pêvajoya çarenûsî de ku gelên Rojhilata Navîn tê re derbas dibin û di nava aloziya krîzên kombûyî yên ji ber siyasetên înkar, redkirin û fanatîzma neteweyî û olî de, em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyeke bingehîn a li ser esasê aştî, demokrasî û edaleta civakî ye.

‘NÊRÎNEKE BERFIREH’

Rêber Ocalan, bi rêya neteweya demokratîk, biratiya gelan, azadiya jinan û parastina jîngehê, nêrîneke berfireh ji bo dawîlêanîna nakokiyên bi dehan salan li Rojhilata Navîn tê meşandin, pêşkêş kir. Ev proje ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan e lê belê nexşerêyeke ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji mîrateya sîtemkarî û tundiya neteweyî û olî ye.

‘JI BO AŞTIYA NAVXWEYÎ Û XURTKIRINA JIYANA HEVBEŞ GAVEKE RAST NÎŞAN DIDE’

Ev proje hîmekî bingehîn ji bo bidestxistina bandoreke girîng û berbiçav li ser rewşa Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet e. Ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û xurtkirina têgeha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cuda de gaveke rast nîşan dide. Ezmûna li herêmên me jî îsbat kiriye ku ev proje dibe alîkar ku nimûneyeke demokratîk ku daxwazên gel nîşan dide û roleke çalak dide wan ku bi îradeya xwe ya azad kar û barên xwe bi rê ve bibin.

‘TÊKOŞÎNA HEVBEŞ A DEMOKRATÎK KEVIRÊ BINGEHÎN E’

Di vê çarçoveyê de em tekeziyê li ser girîngiya hevgirtin û piştgiriya gelan ji bo vê pêngava dîrokî dikin û xurtkirina peywendiyên wan li ser bingehê nirxên hevbeş ên demokratîk. Ji ber ku ev yek garantiya bingehîn a avakirina civakeke pirreng e ku mêtingeriyê bi hemû şêweyên wê red dike. Pêşxistina têkoşîna hevbeş a demokratîk a di navbera gelan de, ji bo veguhertina rasteqîn a di pêşeroja herêmê de û avakirina sîstemeke nû li ser bingeha azadî û rûmeta mirovahiyê, kevirê bingehîn e.”