Îsraîlê 2 cihên hilberandina mûşekan ên Îranê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wan 2 cihên hilberandina mûşekên krûz ên deryayî yên li paytexta Îranê Tehranê bombebaran kirine.

Îsraîlê 2 cihên hilberandina mûşekan ên Îranê bombebaran kirin
25 adar, 2026   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee li ser platforma X’ê de got hêzên wan ên hewayî, di rojên dawîn de êrişên hewayî li dijî 2 dezgehên li Tehranê ku ji bo pêşxistin û hilberandina mûşekên krûz ên deryayî têne bikaranîn, pêk anîne.

Ajansa nûçeyan a Îranê ragihand ku îro sibehê li Isfehan û çend deverên derdorê yên li navenda Îranê dengê teqînan hate bihîstin.

Ajansa Tasnîm a nûçeyan jî ragihand ku îro sibehê di êrişeke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê ya li ser taxeke bajarê Tebrîzê yê Îranê de, 7 kes hatine kuştin.

(k)