‘DYA’yê 15 şert danîn ber Îranê’

Hate îdiakirin ku DYA’yê di ser Pakistanê re ji bo destpêkirina hevdîtinan 15 şert ji Îrane re şandine.

‘DYA’yê 15 şert danîn ber Îranê’
25 adar, 2026   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The New York Times a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji bo ku hevdîtinên rawestandina şer dest pê bikin, DYA’yê 15 şertên destpêkirina hevdîtinan ji Îranê re şandine. 

Hate îdiakirin ku ev şert di ser Pakistanê re ji Îranê re hatine şandin û têkildarî mijarên bernameya moşekên balîstîk û enerjiya nukleer a Îranê û Kendava Hurmuzê ne. Li gorî The New York Timesê “DYA’yç planeke ku ji 15 xalan pêk tê, pêşkêşî Îranê kiriye ku armanca wê bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn e.”

Li gorî raporeke N12 Newsê, DYA li ser ragihandina agirbesteke mehekê difikire ku di wê demê de dan û standin bên kirin.

Li gorî raporê, divê kapasîteya nukleerî ya Îranê ji holê bê rakirin, Îran soz bide ku dev ji hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina çekên nukleerî berde û hemû uranyuma dewlemendkirî ji Îranê bê derxistin. Di plana pêşniyarkirî de ji rejîma Îranê dixwaze ku fînanse û çekdarkirina hemû hêzên xwe yên vekirî li herêmê rawestîne û di çarçoveya peymaneke muhtemel de, Kendava Hurmuzê wek herêmeke derbasbûna azad were ragihandin û vekirî bimîne.

Serokê DYA’yê Donald Trump duh li Ofîsa Oval ji nûçegihanan re gotibû dan û standinên di navbera DYA û Îranê de berdewam dikin û Îran “bi rastî dixwaze” bigihêje peymanekê. Trump destnîşan kir ku Îranê berê jî qebûl kiribû ku dev ji hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina çekên nukleerî berde.

Îran îdiayên “Îran dixwaze hevdîtina bi DYA’yê re dest pê bikin” red dike.