Îsraîl: Serokê îstixbarata leşkerî ya Hemasê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi hevkariya hêzên ewlekariyê di encama operasyoneke îstixbaratî de serokê îstixbarata leşkerî ya Hemasê û serokê yekîneya şopandinê ya Hemasê Usame Tebeş li başûrê Xezayê kuşt.

Îsraîl: Serokê îstixbarata leşkerî ya Hemasê hat kuştin
21 adar, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi hevkariya hêzên ewlekariyê yên Shabak operasyoneke îstixbaratî li başûrê Xezayê pêk anî. Li gorî artêşê, di encama operasyonê de serokê îstixbarata leşkerî ya Hemasê û serokê yekîneya şopandinê ya Hemasê, Usama Tebeş hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Tebeş ê di gelek beşên di Hemasê de cih girtibû, roleke sereke di peydakirina agahî û planên îstixbaratî de dilîst. Di 2005'an de di êrişa xwekuj a li Xezayê de beşdar bû ku di encama wê êrişê de koordînatorê Shabak Odîd Şaron hat kuştin."

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, Tebeş par nexasim piştî ku derbeyên giran li Hemasê hatin xistin, roleke mezin di ji nû ve avakirina şiyana leşkerî ya Hemasê de lîst.

(mh/bb)