Îranê xwepêşanderek din bi dar ve kir

Rejîma Îranê xwepêşanderek din jî li Esfehanê bi dar ve kir.

Îranê xwepêşanderek din bi dar ve kir
25 nîsan, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Zext, girtin û darvekirina çalakvanan dewam dike. Li gorî Malpera nûçeyan a Mîzan ku ser bi saziya dadweriya Îranê ve ye, danê siharê Irfan Kiyanî ku tevlî xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê bibû hatiye darvekirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku dayîna vê biryarê û bicihanîn cezayê darvekirina Irfan, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû pejirandin.

Hêjayî gotinê ye ji roja şerê di navbera Amerîka û Îran-Îsraîlê destpê kirî heya niha, 20 kes hatine darvekirin.