Êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê: 6 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 6 kes hatin kuştin.

Êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê: 6 kes hatin kuştin
25 nîsan, 2026   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî agirbestê jî êrişên li ser başûrê Lubnanê ranewestiyane.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê de hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 6 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuuyaniyê, li wadî El Hicêr 2 kes, li Tolînê 2 kes, li Serîfa û Yatirê jî 2 kes hatin kuştin.

(bb)