Li Kobanê bi daxwaza berdana dîlgirtiyan çalakiyek li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo serbestberdana dîlgirtiyan li Kobanê çalakiyek li dar xist.

25 nîsan, 2026   12:30
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi dirûşma "Em şehîd, dîlgirtî û windahiyên xwe dixwazin" çalakiyek li Qada Jina Azad li dar xist.

Di çalakiyê de bi dehan malbatên dîlgirtiyên ji aliyê hikumeta demkî ve hatine ragirtin, amade bûn û wêneyên dîlgirtiyan hatibûn hildan.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, dûre ji malbatên dîlgirtiyan Ferhad Kobanê axivî û got: "Em bejna xwe li hember giyanê şehîdan û malbatên dîlgirtiyan ditewînin. Ji dema ku peyman hatiye çêkirin, yek ji bendên wê ew e ku hemû esîr werin berdan û vegerin nav malên xwe û zarokên xwe. Lê hikumeta demkî ya Sûriyeyê vê yekê pêk nayne û ji bo berjewendiyên xwe kar dike."

Ferhad Kobanê anî ziman ku daxwaza wan a sereke ew e ku hemû dîlgirtî di zûtirîn demê de werin azadkirin.

Çalakî bi dirûşmên "Em azadiya dîlgirtiyan dixwazin" bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA