Îranê bi dronên xwekujî êrişî Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê kir

Vê êvarê Konsolxaneya Amerîka ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi dronên xwekuj ên Îranê hat hedefgirtin.

Îranê bi dronên xwekujî êrişî Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê kir
3 adar, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê Îranê bi dronên xwekuj êrişî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê kir. Hate ragihandin bi qasî 7 caran Îranê bi dronan êriş pêk aniye.

Êriş ji aliyê sîstema parastinê ve hate têkbirin.

Dengê têkbirina dronan li seranserî Hewlêrê hate bihîstin.