Îranê 2 keştiyên hewl dida di Hurmuzê re derbas bikin desteser kirin

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan 2 keştî ji ber "sefera bêdestûr û destwerdana pergalên deryavaniyê" desteser kirine.

Îranê 2 keştiyên hewl dida di Hurmuzê re derbas bikin desteser kirin
22 nîsan, 2026   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Tasnîm ragihand ku hêzên deryayî yên Artêşa Pasdara a Îranê 2 keştî ji ber "binpêkirinên deryayî" desteser kirine û ew ber bi peravên Îranê ve birine.

Artêşê di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan keştiyên MSC Francesca û Epaminodes, ji ber "sefera bêdestûr û destwerdana pergalên deryavaniyê" desteser kirine û îdia kir ku ev yek ewlehiya deryayî dixe xetereyê.

(k)