Afganîstanê êrişî Pakistanê kir: 13 leşker mirîn

Afganistanê bi hinceta ku hêzên Pakistanê gule li sengerên wan reşandine, êrişên dijber pêk anîn û hate zanîn ku di encama êrişan de 13 leşkerên Pakistanê mirine û gelek jî birîndar in.

Afganîstanê êrişî Pakistanê kir: 13 leşker mirîn
22 nîsan, 2026   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser sînorê di navbera Afganîstan û Pakistanê de aloziyên leşkerî gihîştin asteke nû. Afganistanê daxuyand ku li ser gulebarankirina sengerên wan ên leşkerî li dijî Pakistanê li Xeta Durandê operasyonek taybet pêk anîne.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate ragihandin ku di encama vê operasyona berfireh de derbên giran li artêşa Pakistanê ketine. Hate daxuyandinku di pevçûnan de herî kêm 13 leşkerên Pakistanî hatine kuştin û hejmareke zêde ya leşkeran jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin jî êriş û rûbirûbûna hêzên Afganî li sê xalên cuda yên sînorî pêk hatine. Ji ber zêdebûna rageşiyê û giraniya şerê li herêmê, rayedarên Pakistanê hemû xizmetên înternet û peywendiyên telefonê yên li navçeyên sînorî bi temamî qut kir.

Heta niha têkildarî rewşa dawî ya pevçûnan û hejmara rastîn a kuştiyan daxuyaniyek nû nehatiye dayîn lê fikar hene ku şer li herêmê berfirehtir bibe.