Ebas Îraqcî: Hêzên Îranê dikarin Îsraîlê têk bibin

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqcî hişyarî da Îsraîlê ku hêzên welatê wî "dikarin Îsraîlê têk bibin û wê neçar bikin ku alîkariyê ji Amerîkayê bixwaze." Îraqcî diyar kir ku Îran amade ye di mijarê nukleerî de peymanekê îmze bike, lê divê ceza bên rakirin.

Ebas Îraqcî: Hêzên Îranê dikarin Îsraîlê têk bibin
7 îlon, 2025   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di gotareke rojnameya The Guardian de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqcî got ku welatê wî amade ye ku bigihîje rêkeftinekê di mijara nukleerî de, eger cezayên li ser welatî wî werin rakirin.

Iraqcî hişyarî da ku jidestberdana vê derfetê, ku wekî " derfeteke kurt" bi nav kir, dikare encamên xirab ji bo herêm û cîhanê bi xwe re bîne. Iraqcî diyar kir ku hêzên çekdar ên Îranê "dikarin Îsraîlê têk bibin û wê neçar bikin ku alîkariyê ji Amerîkayê bixwaze."

Wezîrê Derve yê Îranê destnîşan kir ku eger derfet ji bo hewldanên dîplomasiyê neyê dayîn, dê encamên "ne baş" derkevin.

(k)