Hûsiyan mûşekên Balîstîk avêtin Siûdiyê

Erebistana Siûdî ragihand ku Hûsiyên mûşekên balîstîk avêtin xaka wê. Koma Hûsî ragihand ku ew ê bersiva êrişa li dijî Balafirgeha Senayê bide.

Hûsiyan mûşekên Balîstîk avêtin Siûdiyê
13 tîrmeh, 2026   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Siûdiyê vê êvarê ragihand ku pergalên parastina asîmanî mûşekên Koma Hûsî ber bi xaka wê ve avêtine asteng kirin. Lê wezaretê tu hûrgiliyên der barê ziraran de aşkera nekirin.

HÛSIYAN SOZA BERSIVDANÊ DA

Ev êriş piştî çend saetan ji ragihandina berdevkê leşkerî yê Koma Ensarullah El Hûsî ku Balafirgeha Navneteweyî ya Senayê hat hedefgirtin, pêk hat û Koma Hûsî soza bersivdanê da.

Kanala El Musîra ya Hûsiyan daxuyandibû ku Siûdiyê êrişên hewayî li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Senayê pêk anîne.

Têkildarî mijarê, Wezîrê Parastinê yê Yemenê diyar kir ku sebera hikumetê li hember binpêkirinên dronên Îranê ji qada Yemenê re nema û wê hêzên Yemenî bersiva her gefên li dijî wan bide.

(fr)