Hûsiyan li peravên Erebistana Siûdî keştiyek kirin hedef

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan ragihand ku wan li beramberî perava Erebistana Siûdî keştiyek kirin hedef.

Hûsiyan li peravên Erebistana Siûdî keştiyek kirin hedef
24 tebax, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya El Serî ku agahî li ser Telegramê parve kirin got ku wan li peravên bajarê Yenbai yê Erebistana Siûdî keştiyeke di deryaya Sor de kirin hedef.

Erebistana Siûdî heya niha der barê mijarê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)