Hûsiyan êrişî tankereke Erebistana Siûdî kir

Hûsiyan ragihand ku wan li Deryaya Sor bi mûşekên balîstîk li tankereke petrolê ya Erebistana Siûdî xistiye.

Hûsiyan êrişî tankereke Erebistana Siûdî kir
5 tebax, 2026   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sarîî ragihand ku hêzên wan li peravên Yanbuyê yên bakurê Deryaya Sor operasyoneke leşkerî li hember tankera petrolê ya Erebistana Siûdî "Wafa" pêk aniye û bi çend mûşekên balîstîk lê xistiye.

Sarîî diyar ku hêzên wan rasterast li tankerê xistiye. Her da zanîn ku êriş di çarçoveya plana "dorpêçkirin beramber dorpêçkirinê" de pêk hatiye.

Heta niha der barê mijarê de tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê Erebistana Siûdî ve nehatiye dayîn.

(k)

ANHA