Di êrişên Rûsyayê yên li ser Kîevê de 17 kes hatin kuştin

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên li ser Kîevê û derdora wê de 17 kes hatin kuştin û 44 kes jî birîndar bûne.

Di êrişên Rûsyayê yên li ser Kîevê de 17 kes hatin kuştin
5 tebax, 2026   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku di encama êrişên bi mûşek û dronan ên Rûsyayê yên li ser paytexta Ukraynayê Kîevê û derdora wê de, 17 kes hatine kuştin û 44 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku hêzên wê êriş birine ser navendên lojîstîkê yên li Kîevê û derdora wê.

(k)

ANHA