Hûsî nahêlin jin tev li Enstîtuya Bilind a Darazayê bibin

Hûsî tevlîbûna jinan a Enstîtuya Bilind a Darazayê ya li Sanayê qedexe kir.  Çalakvanên hiqûqî ev biryar weke gaveke paşverû ya li dijî rêgeza wekhevî û edaletê nirxand.

Hûsî nahêlin jin tev li Enstîtuya Bilind a Darazayê bibin
24 tebax, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku NÛJINHA’yê parve kiriye, Husiyan cara duyem nehişt ku jin tev li Enstîtuya Bilind a Darazayê ya li paytext Sanayê bibin. Hiqûqnas vê biryarê weke paşketina di warê mafên jinan û rêgeza wekheviyê de nirxand.

Li gorî çavkaniyên hiqûqê, biryar ji aliyê saziyên mafên mirovan û kesên akademîk ve rastî bertekê hatiye. Parêzeran bal kişand ku vê yekê makezagona Yemenê û zagonên di meriyetê de binpê kirin e lew re di zagonan de wekheviya derfetan ji bo herdu zayendan ketiye bin temînatê.

Li gorî çavdêran encamên biryarê tenê bi vederkirina îdarî bi sînor nîn e; li ser nûnertiya jinan a li dadgehan bandorên nebaş çêdike. Bi hezaran jinên Yemenî bi vê yekê ji dadgerên jin ên ku pirsgirêkên wan fam bikin bêpar tên hiştin. Ev yek jî li welatê ku şer û perçebûn lê serdest e, derfeta gihîştina edaletê qels dike.

Pispor balê dikşînin ku ev biryar, perçeyek ji polîtîkaya sistematik e ku di qada giştî de pêşî li jinan digre. Ev rewş dişibe biryarên berê yên ku Hûsiyan dabûn ku li gorî wan jin nikarin bi tena serê xwe rêwîtiyê bikin, li saziyên civaka sivîl û bazara taybet de bixebin.

Li gorî agahiyan ji bo betalkirina biryarê, doz li dadgeha îdarî ya li Sanayê hatiye vekirin û hê jî didome.

Rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, bal kişandin ku vê biryarê mafên jinan ên makezagonî binpê dike û dijberî peymanên navneteweyî yên Yemek alîgirê wane ye. Mînak Peymana Pêşîgirtina Her Cure Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) heye û dijberî vê ye. Rêxistinan bang li Hûsiyan kir ku biryarên xwe paşve bikşînin û binpêkirinên sistematik ên li dijî jinan bi lezgînî rawestînin.

Aktivîstan jî diyar dikin ku ev polîtîka jinên Yemenî bi zoriyên ku heta niha mînakên wan tune re rûbirû dihêle. Bi van yekan jin ji aliyekî ve bi encamên pevçûnên çekdarî, ji aliyekî ve jî bi polîtîkayên sistematik ên cudakar re neçar dimînin tê bikoşin. Her wiha aktivîstan diyar kir ku ji ber ku helwesteke zelal û bi biryar a navneteweyî tune ye, van biryaran yek bi yek dikevin meriyetê.