Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên du şehîdan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbatên şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Zagros Botan û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Elûş.

24 tebax, 2025   12:15
HELEB

Şervanê QSD`ê Zargros Botan (Hesen Salih) 22`ê Tebaxê li gundewarê Reqayê şehîd bû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Elûş (Mihemed Mûsa Hisên) jî di 20`ê Tebaxê de li Helebê şehîd bû.

Îro bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd- Eşrefiyê û koçberên Efrîn û Şehbayê sersaxî da malbatên her du şehîdan.

Konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat vegirtin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endama koordînasiyona Kongra Star Nêrgiz Bekir der barê jiyan û têkoşîna her du şehîdan de axivî. Nêrgiz diyar kir ku her du şehîdan tevî hemû zehemtiyan jî, ji bo jiyaneke azad û bi rumet canê xwe feda kirin.

Endamê Meclisa Giştî ya rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê Mihemed Şêxo jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Mûsa Hesen, kurê şehîd Mihemed Elûş û Eyûb Salih birayê şehîd Hesen Salih jî spasiya hemû beşdaran kirin û soz da ku ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA