Li Dêrazorê rê li ber êrişeke bombeyê hat girtin

Tîmên pispor ên Hêzên Ewelakriya Hundirîn li rojavayê Dêrazorê mayinek bê bandor kir.

Li Dêrazorê rê li ber êrişeke bombeyê hat girtin
18 mijdar, 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Dezgeha Ewlehiya Giştî agahî wergirt ku cismekî biguman li ser rêya giştî ya li bajarokê Mihêmêdiyê yê rojavayê Dêrazorê heye. Li ser van agahiyan hêzên me dewriyeyeke bi beşdariya pisporên mayinan û endamên ewlehiyê ava kir û berê xwe da cih. Hêzan ji bo parastina tevgera trafîkê derdor dorpêç kir û rê girt. Di encama lêkolînkirinê de diyar bû ku ew cisim mayînek e. Giraniya mayînê 15 kg a madeya TNT a teqemeniya dijwar e."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mayin hat bêbandorkirin, bêyî ku zerar bigihêje hêzên ewlehiyê û welatiyan.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku komên çete di vê hefteyê de bi 2 mayinan erebeyên sivîlan teqandin, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

(bb)