Li Derayê nexweşiya îltîhaba kezebê belav bûye

Li Derayê nexweşiya îltîhaba kezebê belav bûye. Di demeke kin de zêdetirî sed kes bi vê nexweşiyê ketine. Navendên tenduristiyê ji xizmetê Nadin û nexweş neçar mane berê xwe bidin herêmên din.

Li Derayê nexweşiya îltîhaba kezebê belav bûye
27 nîsan, 2026   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Mehcê yê Derayê di demeke kurt de zêdetirî sed kes bi nexweşiya îltîhaba kezebê ketin. Metirsî hene ku nexweşî belavtir bibe.

Çavkaniyên xwecih ji bajarokê ragihand ku hejmara kesên bi vê nexweşiyê dikevin roj bi roj zêdetir dibe. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku navenda tenduristiyê ya yekane ya li bajarok ji ximzetê derketiye û çavdêriya bijîşkî ya pêşîn a nexweşan nayê kirin.

Hate diyarkirin ku nexweş berê xwe didin nexweşxaneya bajarê Îzraayê, lê nexweşxane jî ji ber ku tijî bûye nikare hejmareke zêdetir pêşwazî bike, lewre nexweş diçin Şamê.

Li gorî hin şênî û pisporan, dibe ku sedema belavbûna vê nexweşiyê vexwarina ava qirêjî be ku tev li jêdera ava paqij bûye yan jî belavbûna çopê li derdora herêmên niştecihan be.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî diyar kir ku ji bo rêgirtina li ber vê nexweşiyê ew seferber bûye. Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku ji 14'ê Nîsanê ve ev nexweşî hat tesbîtkirin û di 20'ê vê mehê de belavbûna vê nexweşiyê gihaşt lûtkeyê.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de da zanîn karmendên wê di 21'ê Nîsanê de serdaneke lêkolînê pêk aniye, di encamê de 58 rewşên gumanbar ên vê nexweşiyê hatine aşkerakirin. Her wiha da zanîn ku ev nexweşî li taxên diyar derketiye û zêdetir di nava zarokan de belav bûye.

Li gorî wezaretê, di encamên testan de derket holê ku bakteriyan qirêjî di hin çavkaniyên avê de hene û her wiha ava kanalîzasyonê ji bo avdanê hatiye bikaranîn.

Wezaretê destnîşan kir ku wê ji bo dezenfektekirina çavkaniyên avê, pêkanîna mudaxeleyên jîngehê û zêdekirina kampanyayên hişyariya civakê tedbîr dane destpêkirin.

(bb)