Hizbullahê baregehên li bakurê Îsraîlê bombebaran kirin
Hizbullaha Lubnanê êrişî baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kir. Li gorî çapemeniya Îsraîlê di êrişê de 5 kes birîndar bûne.
Televîzyona 24 News a Îsraîlê ragihand ku di hedefgirtina avahiyekê li Ereb El Eraşe ya li bakurê Îsraîlê de, 5 kes birîndar bûne û rewşa yek ji wan giran e. Lê belê detayên dîtir der barê hedefgirtinê de aşkera nekirin.
Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a El Alem El Erebî parve kirine, Hizbullahê 5 caran êrişî baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kiriye, yek jê li dijî yekîneya çavdêriya hewayî ya li baregeha Mîron e û bi temamî rûxandiye.
(şx)