Li bakûrê Helebê reşekujiya çeteyan

Çeteyan li 4 deverên bakurê Helebê êrişî welatin kirin, êşkence li wan kir, malên wan talan kirin û gelek jî revandin.

Li bakûrê Helebê reşekujiya çeteyan
17 nîsan 2024   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî pêkanînên xwe yên ku tu sînoran nas nakin, zêde kirine. 

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ji ajansa me re ragihandine, beriya 2 rojan li bajarokê Xendûre yê li bakurê Helebê çeteyên Firqeya Hemzat bi ser malên şêniyan de girtin, malên wan talan kirin, li şêniyan xistin û çendek ji wan revandin. Hejmara kesên hatine revandin nehat fêrbûn.

Li gundê Leylûwa çeteyên heman komê bi ser mala muxtarê gund Xanim de girtin. Di dîmenên ku gihîştine ajansa me de tê dîtin ku çeteyên Firqeya El Hemzat li heman gundî li şivanekî didin û bi amûrên birek ruyê wî birîn dikin. Li ser vê yekê, xizmên şivan li çeteyan didin û di encamê de gelek ji wan birîndar bûne. Li gorî agahiyan çeteyekî bi navê Hesen Dolîn ji hatiye kuştin.

Çavkaniyên li Ezazê jî ragihandin ku çeteyan 2 roj beriya niha (15 Nîsan) bi ser mala Kurdekî bi navê Aydin Akif ê de girtin û mala wî talan kir. Di dîmenên hatine kişandin de hovîtiya çeteyan tê dîtin. 

Li bajarokê Exterînê yê li bakûrê Helebê jî, çeteyan 3 zarokên welatiyê bi navê Hamid Taha Îsmaîl ê ji gundê Baroze revandin.