Hizbullahê 3 deverên Îsraîlê bombebaran kirin

Hizbullahê ragihand ku vê sibehê 3 deverên Îsraîlê bombebaran kirine. Artêşa Îsraîlê jî aşkera kir ku qonaxa yekem a operasyona bejayî li başûrê Lubnanê ber bi dawî ve diçe.

Hizbullahê 3 deverên Îsraîlê bombebaran kirin
2 mijdar, 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan saet di 02:30’an de êrişek bi moşekan biriye ser baregeha Glilot a girêdayî Yekîneya Îstixbarata Leşkerî ya 8200 a li nêzî Til Avîvê.

Her wiha da zanîn: “Sibeha roja şemiyê, niştecihên Bêrîayê (li bakurê bajarê Sefed) bi moşekan hatin bombebarankirin.”

Hizbullahê her wiha ragihand ku bajarokên Yesod Hamala û Bar Yohaî yên li bakurê Îsraîlê bi moşekan bombebaran kirine.

Çapemeniya Îsraîlê jî aşkera kir ku qonaxa yekem a operasyona bejayî ya li başûrê Lubnanê ber bi dawî ve diçe û da zanîn ku operasyona bejayî "destkeftên girîng"bi dest xistine.

Piştî dan û standinên der barê agirbestê û lihevkirina siyasî ya li gel hikumeta Lubnanê de, bi navbeynkariya Amerîkayê artêşa Îsraîlê jî dest bi plana belavkirina hêzên xwe li ser sînorê Lubnanê kir.

(k)