78 şehîd hatin bi bîranîn
78 şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê bi merasîmekê li bajarê Tirbespiyê hatin bibîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbesiyê merasîmê bîranîna 78 şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê li dar xist.
Merasîm bi beşdariya bi dehan şêniyên Tirbespiyê, endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan li hola PYD`ê hat lidarxistin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mihemed Cemîl di merasîmê de axivî, şehîdên azadiyî bi bîr anîn û soza domandina xeta wan da.
Mihmed Cemîl diyar kir ku ew bi saya şehîdan li ser axa xwe bi aramî dijîn û ev li gotinên xwe zêde kirin: " Pêwîst e em xwedî li şehîdên xwe derkevin û destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin biparêzin."
Di dewama gotinên xwe de Cemîl bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe hemû planên komplogeran têk bir û gel ber bi azadiyê ve bir.
Di dawiyê de sînevîzyonek bi wêneyan şehîdan hat pêşandan û wesîqeyên şehîdan hate xwendin.
(ex/bb)
ANHA