Bîlançoya lehiya li Spanyayê: Zêdetirî 200 kes mirin

Di karesata lehiyê ya li Spanyayê de, zêdetirî 200 kesan jiyana xwe ji dest da. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, fikar hene ku bîlanço girantir bibe.

Bîlançoya lehiya li Spanyayê: Zêdetirî 200 kes mirin
2 mijdar, 2024   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Spanyayê ji ber karesata lehiyê ya ku di encama bagerên tund de qewimî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, zêde dibe. Wezîrê karên hundir ê Spanyayê Fernando Grande-Marlaska daxuyanî da radyoya Cadene Ser û destnîşan kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihaşt 207’an. Herêma ku herî zêde lehiyê bandor lê kir Valencia ye û 204 kesan li wir jiyana xwe ji dest daye. Li Castilla-La Mancha 2 kes mirin, li herêma Endulus a li başûrê welêt jî kesek ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da.

Wezîr got hîna windahî hene û diyar kir ku dibe bîlanço girantir bibe.

Ji Wezareta Parastinê Margarita Robles jî ragihand ku ew bi fikar in ku hîna gelek kes di bin kavilan de bin yan jî di wesayîtan de asê mabin.

Zêdetirî hezar û 700 leşker û bi hezar dilxwaz beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Valenciayê dibin.