Hilbijartinên li Başûr û dosyaya serokatiya Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne

Bandora aloziya herêmî li ser hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê û Iraqê, her wiha rewşa Lubnanê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Hilbijartinên li Başûr û dosyaya serokatiya Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne
3 cotmeh, 2024   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Aloziya dawîn a li herêmê gefan li hilbijartinên Herêma Kurdistanê dixwe" weşand. 

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî aloziya li herêma Rojhilata Navîn û êrişên Îranê yên li dijî Îsraîlê, metirsiyên taloqkirina hilbijartinan li Herêma Başûrê Kurdistanê zêde bûn.

Rojnameyê cih da nirxandinên hin çavdêran û diyar kir ku "Dibe ku Iraq bibe qada şerê herêmê, nemaze piştî ku komên alîgirên Îranê ji bo piştgiriya Hizbullaha Lubnanê bi moşek û balafirên xwekuj êrişî Îsraîlê kir.”

Li gorî rojnameyê, dibe ku ev geşedan bandorê li hilbijartinên parlamentoya herêmê bikin ku berê jî gelek caran hatibûn taloqkirin û hate gotin: "Ev jî tê wateya ku dema desthilatê heta demeke nediyar dirêj bibe."

‘DI ŞEVEKÊ DE 3 PEYAMAN IRAQ BI AWAYEKÎ DEMKÎ JI ÇARÇOVEYA ŞER DERXIST’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe ji çavkaniyên pêbawer wergirtine, diyar kir ku piştî bersiva Îranê, Îsraîlê dê êrişî Iraqê bikira lê "di encama fişarên navneteweyî de ku Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) peyam dan" Iraq ji daîreya êrişan derxist. Li gorî rojnameyê "li ser asteke payebilind nîqaş tê kirin ku deverên şer ên nû li Iraqê dûrî aloziyê bên diyarkirin.”

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên iraqî, da zanîn ku "Çarçoveya Koordînekirî" "raporeke ewlehiyê ya hedefgirtina armancan li Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve" nîqaş kiriye.

Fermandarekî iraqî ku nexwest navê xwe aşkera bike, got: "Di raporên ewlehiyê de hatiye diyarkirin ku bersiva Îranê dê hedefgirtina gelek navendan li Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve, bi lez bike".

Çavkaniyeke din jî ragihand ku "helwesta Îranê û Pasdarên Îranê îhtimalên hedefgirtina gelek navendan li Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve, zêde kirin û ji ber ku Amerîka rê daye Îsraîlê, êriş dê mezin bin".

‘GELO ŞER DÊ ALOZIYA VALAHIYA SEROKATIYÊ YA LI LUBNANÊ ÇARESER BIKE?’

Tora El Eyn diyar kir ku li gel Lubnanê nêzî şerekî herêmî dibe, di mijara valahiya serokatiyê de hewldanan dest pê kir.

Li gorî torê, serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî bi pêkhate û blokên siyasî û parlamentoyê re dest bi "hewldanan kiriye ji bo ku serokkomar di zûtirîn demê de were hilbijartin".

Her wiha torê diyar kir ku Berî di vê mijarê de berovajî helwestên wî yên berê yên hişk, hinekî nermtir bûye, ji bo ku serokkomar were hilbijartin.

Li gorî çavkaniyeke partiyeke muxalîf, tevgerên Berî ji bo hêsankirina hilbijartina serokkomar, vedigere helwesta wî û gelek aliyan ku dixwazin serokkomarek bê hilbijartin, ji bo ku li gorî hevsengiyên siyasî yên heyî tev bigere, beriya ku ev hevsengî di encama aloziya li herêmê de bên guhertin.

Torê cih da nirxandinên hin analîzvanan ku Lubnan di şer û aloziya hebûnê de ye, ji ber wê li ser milê her kesî berpirsyariyên dîplomatîk, derve, hundir ên mezin hene ku divê Lubnan pirsgirêkên destûrî, di serî de serokkomar û hikumetê, çareser bike.

(şx)