2 penaberan serpêhatiyên vegera xwe ya ji Lubnanê vegotin

2 penaberên ji ber şerê li Lubnanê vegeriyan Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qala rêwîtiya vegerê kir.

2 penaberan serpêhatiyên vegera xwe ya ji Lubnanê vegotin
3 cotmeh, 2024   10:52
MINBIC

Bi rêya deriyê Ebû Kehif ê li başûrê kantona Minbicê ji destpêka şerê li Lubnanê ve hejmareke zêde ya sûriyeyiyên ji Lubnanê vedigerin, derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin. Rêwîtiya wan a reva ji şer, zehmet bû û heta gihaştin herêmê astengiyên mezin derketine pêşiya wan. 

Hecî Îsa El Casim ê bi eslê xwe ji gundê Heye yê kantona Minbicê û li Lubnanê bû, piştî şer vegeriyaye. Casim got: "5 roj e em li ser rêyan in; em 2 rojan li ser sînorê Sûriye û Lubnanê bûn. Em li başûrê Beyrûtê bûn. Dema devera em lê hate topbarankirin, saet 4’ê sibê em yekser derketin herêmeke din a ewletir û dûre dema roj hilhat, em vegeriyan mala xwe û me tiştên pêwîst kom kirin û hatin welêt."

El Casim wiha domand: "Em pir westiyan. Pere nema. Lê dema em hatin herêmên Rêveberiya Xweser, me dît çawa em pêşwazî kirin, hêviya me vejiya. Em hêvî dikin ku tedbîrên pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê vedigerin hêsantir bin. Nemaze ku di nava me de kesên temenmezin, zarok û nexweş jî hene."

Ciwanê bi navê Emmar El Talhe jî ji Lubnanê vegeriyaye û têkildarî rêwîtiya vegerê wiha axivî: "Em li taxa Besta ya Beyrûtê bûn. Taxa me hate topbarankirin. Ji ber wê em derketin û hatin Sûriyeyê. Hikumeta Şamê tu tedbîr ji bo vegera penaberan negirtine. Ji her ciwanekî 700 hezar lîre bi zorê birin, tenê ji bo ku em derbas bibin û kesek me negire û nebe leşkeriyê."

El Talha ev li gotinên xwe zêde kir: "Li ser deriyê Mesne û Munhene yê Reqayê, me pere da. Lê endamên hikumeta Şamê li deriyê Teyhayê gotin îşê wan pê nîn e û dîsa 700 hezar lîre standin. Nexweş û kesên temenmezin hebûn ku pere bi wan re nîn bû."

El Talha diyar kir ku rewş li deriyên têketina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda bû û got: "Em bi hêsanî derbas bûn. Bê pere alîkariya me kirin. Ev tiştek ne ecêb e, ji ber ku bira û zarokên welatê me bi dilovaniyeke mezin em pêşwazî kirin."

(şx)

ANHA