Hêzên hikumeta Şamê deverên di bin kontrola çeteyan de topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê piştî ku 3 endamên wê hatin kuştin, deverên çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê û gundewarên Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê deverên di bin kontrola çeteyan de topbaran kirin
30 mijdar, 2023   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê duh piştî nîvê şevê, bi çekên giran rojhilatê bajarê Idlibê, derdora gundê Marbelît ê li başûrê bajêr, gundên Sermaniye, Diwêr El Ekrad ên deşta Xabê yên rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihand ku endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleyên sekvanekî çeteyên Ensar El Tehîd li eniya Milace yê başûrê Idlibê, endamekî din li eniya Berîc ê başûrê Îdlibê bi guleya sekvanekî Heyet Tehrîr El Şam hatine kuştin.

Her wiha di êrişa bi moşekan a çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê de ya li dijî baregehên hikumeta Şamê yên li gundê Kefer Heleb ê rojavayê Helebê endamekî din hatiye kuştin.

(şx)