Hêzên Ewlekariyê îtîrafên du çeteyan weşand

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îtîrafên 2 çeteyên girêdayî hikumeta Şamê parve kirin.

Hêzên Ewlekariyê îtîrafên du çeteyan weşand
26 sibat, 2024   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewelarkiya Hundirîn îtîrafên 2 çeteyên girêdayê hikumeta Şamê weşandin ku demek berê hatibûn girtin.

Li gorî îtîrafan, çeteyên hatine girtin; Enwer Salih El Ehmed ji gundê Mihêmîdiyê yê Dêrazorê ye, sala 1998’an ji dayik bûye. Çeteyê din bi navê Elî Bedir El Celal e, ji bajarokê Siwer e, sala 2005’an ji dayik bûye.

Her du çeteyan li xwe mikur hatin ku wan êrişî benda kontrolê ya gundê Hîsan ê bakurê Dêrazorê kiribûn.

(bb)

ANHA