Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 3 endamên me şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov 4 erebeyên wan li Dêrikê bombebaran kirin, di encamê de 3 endamên wan şehîd bûn, 8 kes di nav de 6 welatî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 3 endamên me şehîd bûn
28 sibat, 2024   17:29
NAVENDA NÛÇEYUAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrikê de daxuyaniyek da û wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker saet 9:40 deqeyan vê sibehê (28ˊê Sibatê) li têketina Dêrikê 2 erebeyên welatiyan bi balafirên bêmirov bombebaran kirin. Her wiha dewriyeyeke hêzên me (Sotoro) yekser berê xwe da cihê hedefgirtinê da ku birîndaran rake, bi wê re dewleta Tirk ad agirker dewriyeke hedef girt û erebeya tê de birîndar hebûn jî hedef girt. Di encamê de 3 endamên me şehîd bûn, 8 jî di nav de 6 welatî birîndar bûn. Li kêlek wê jî zirareke mezin bi dikanên bazirganiyê yên li nêzî cihê hedefgirtinê bûn."

(fr)