Xelkê Reqayê: Rûpelên ku fitneyan derdixin neşopînin û dijî wan derkevin

Şêniyên Reqayê diyar kir ku ji bo îstîqrara herêmê û ji bo pêşîlêgirtina derxistina fitneyan rûpelên nûçeyên derew derdixin neşopînin.

Xelkê Reqayê: Rûpelên ku fitneyan derdixin neşopînin û dijî wan derkevin
22 ÇILE, 2025   05:35
REQA

Ji roja 8ˋê Kanûna 2024`an a hilweşîna rejîma Baasˋê ve, li ser medyayên dijîtal û hin dezgehên çapemeniyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne fînansekirin, agahî û nûçeyên derew ên dijî istiqrar û ewlehiya herêmê tên parvekirin. Şêniyên Reqayê jî li dijî van fitnekarên ku xizmetî berjewendiyên derve re dikin, derketin. 

Şêniyên ji ajansa me re axivîne gotin divê ev dezgeh û malper ji aliyên berpirsên saziyên çapemeniyê yên li herêmê ve bêne kontrolkirin, agahiyên nerast ên li dijî ewlehiya herêmê û aştiya navxweyî û civakî tên parvekirin sererast bikin û derew bixin.

Şêniyê bi navê Îbrahîm El Casim (55) ê ji Reqayê got: "Piştî ku min dît gelek rûpelên "Facebookê" propagandaya nûçeyên derew dikin ku fitneyê li bajarê min derxin, min şopandina wan rûpelan betal kir. Ev rûpel siyaseteke sîstematîk a parvekirina nûçeyan dikin ku fitne û parçebûnekê di nava pêkhateyên Reqayê de derxin."

TEDBÎRÊN GIL LI DIJÎ RÛPELÊN FITNEYAN DERDIXIN

El Casim destnîşan kir ku gelek şêniyên Reqayê ji bo rawestandina van malperan di Facebookê de gilî li wan kirine û got divê aliyên pispor ên Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst li dijî van rûpelan bigirin.

El Casim wiha domand: "Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fitne û planên têkbirina îstîqrara herêmê red dikin. Hişyariya welatiyan dikare van planan têk bibin. Gelê herêmê bi Rêveberiya Xwesr re ye û destekê dide helwesta wê ya redkirina destwerdanên derve."

XELKÊ REQAYÊ DIJÎ HEWLDANÊN REŞKIRINÊ DERDIKEVE

Xelîl Mihemed (40) got bi saya siyaseta Rêveberiya Xweser a birêvebirina kar û barên herêmê, li bajêr îstîqrareke siyasî û civakî heye, lê di heman demê de got ev aramî li xweşiya gelek dewlet û aliyan nayê û hewl didin wê têk bibin.

Mihemed ev li gotinên xwe zêde kir: "Şêniyên Reqayê di nava ewlehyê de ne, hewldanên derxistina fitneyê red dikin. Em bi hev re dijîn û tevna xwe ya civakî li hember fitneyan diparêzin."

Mihemed bang li dezgehên çapemeniyê û rûpelên li ser "Facebookê" kir ku agahî û nûçeyên li ser fitneyê û texrîbkirinê sor dikin, neweşînin.

YEKITIYA RAGIHANDINA AZAD: DIVÊ JI JÊDERÊN NÛÇEYÊN WERE PIŞTRASTKIRIN

Nûnerê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) şaxê Reqayê Hisên Osman jî hişyarî li ser parvekirina nûçe û agahiyên derew ên bi armanca derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de da.

Osman wiha domand: "Hin nûçe û agahiyên tên parvekirin xwe dispêrên ajoyên takakesî yan jî bi hewldana şantajkirinê û bikaranîna kesayetên navdar in. Divê nûçegihan û saziyên ragihandinê ji jêderên nûçe û dîmenan beriya ku diweşînin, piştrast bin da ku agahiyên şaş û nebaş neyên weşandin."

Osman destnîşan kir ku YRAˋyê nûçe û parvekirinên ku bandoreke neyênî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin dişopîne û bang li welatiyan kir ku jêderên bawer bişopînin.

Osman diyar kir ku divê çanda hevqebûlkirinê were xurtkirin û bang kir ku ji rêbazên parçekirina civakê û derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de bi bûr bikevin.

Li hemberî van tevahî kiryaran û şerê taybet, xelkê Reqayê parastina îstîqrara bajarê xwe didomîne û ew ê li dijî tevahî hewldanên derxistina fitneyê bisekinin û bi hewldanên Rêveberiya Xweser û YRAˋyê yên xurtkirina rola berpirsiyar a ragihandinê re ne.

(şx/fr)

ANHA