Hevdîtinên li Munîhê û dan û standinên DYA-Îranê rojevên rojnameyan bû

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê veguherî platformeke sereke ji bo ji nû ve nirxandina pirsgirêka Sûriyeyê, her wiha têkiliya di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de. Li aliyekî din tora nû ya dan û standinên DYA-Îranê li Cinêvê di rojevê de ye.

Hevdîtinên li Munîhê û dan û standinên DYA-Îranê rojevên rojnameyan bû
16 sibat, 2026   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojanameyên erebî yên îro bal kişand ser beşdariya şandeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, ragihandina Rêziknameya Reftarê ya Pîşeyî ya hikumeta demkî ji hêla Wezareta Ragihandinê ve û gera dan û standinên DYA-Îranê li Cinêvê.

‘QSD LI MUNÎHÊ: DENGÊ KURDAN HÊJ TÊ BIHÎSTIN’

Rojnameya Lubnanê El Exbar li ser hevdîtinên li Konferansa Munîhê de di navbera hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi wezîrê derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio re hatin lidarxistin, nivîsî.

Rojnameyê nivîsî ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed di nav şandeya hevbeş a Munîhê de li kêleka El Şeybanî xuya bûn û di civîna çapemeniyê de li gel Rubio rawestiyan, di demekê de ku di nav derdorên siyasî yên DYA`yê de pirs li ser çawaniya birêvebirina Washingtonê ya pirsgirêka Kurdan - hevalbendên wê yên herî pêbawer li Sûriyeyê - zêde dibin.

Rubio civîn wekî "dîrokî" bi nav kir û destnîşan kir ku serokê DYA`ê Donald Trump daxwaza xurtkirina agirbestê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê kir ku bibe destpêka pêvajoya entegrasyonê.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku wezîrê karên derve yê Almanyayê Johannes Wadephul bi El Şeybanî û Ebdî re civînên cuda pêk anîne, gavek ku wekî eleqeya berdewam a Berlînê bi meseleya kurdî re hatiye şîrovekirin.

‘WEZARETA RAGIHANDINÊ YA SÛRIYEYÊ RÊZIKNAMEYA PÎŞEYÎ Û EXLAQÎ RAGIHAND’

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser destpêkirina "Rêziknameya Reftarê ya Pîşeyî û Exlaqî ji bo Sektora Medyayê" ji hêla Wezareta Ragihandinê ya hikumeta demkî ve ku rastî rexneyên dijwar hat.

Rojnameyê nivîsî ku rexne ji naveroka rêziknameyê derbas bûn û gihaştin saziya ku ew belge amade kiriye û pejirandiye.

Her çi qas wezareta girêdayî hikumeta demkî dibêje dike ku armanca rêziknameyê zêdekirina profesyonalîzmê û têkoşîna li dijî zimanê nefretê û dezenformasyonê ye jî, lê Komeleya Rojnamevanên Sûriyeyê ev gav wekî "destwerdana rêveberiyê" di mijareke sendîkayê de dibîne û got divê rojnamevan xwe bi rê ve bibin, ne di bin çavdêriya desthilatê de bin.

Rojnameyê her wiha tirsa rojnamavanan a ku mekanîzmayên "lêpirsînê" yên di rêziknameyê de hatine destnîşankirin, veguherîn amûrên zextê, ​​anî ziman.

‘DAN Û STANDINÊN DI BIN ZEXTÊ DE’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser tora duyemîn a dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)- Îranê ku ji Musqatê veguhaztin Cinêvê û zêdebûna gefên DYA`yê.

Piştî ku Trump behsa dan û standinên "pir baş" kir, wî dîsa behsa "guhertina rejîmê" kir û keştiya balafiran USS Gerald R. Ford şand herêmê ji bo piştgiriya USS Abraham Lincoln. Ev gav wekî peyamek zelal a zexta leşkerî hat hesibandin.

Rojnameyê nivîsî ku gera Cinêvê dê aşkera bike ka her du alî heta çi radeyê amade ne ku tawîzan bidin, an jî ew ê bikevin pevçûneke vekirî.

(k)