Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re destpê kir

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, di van kêliyan de destpê kir.

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re destpê kir
16 sibat, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne.

Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne duh serdana Herêma Kurdistanê kir. Li gorî agahiyan şande di van kêliyan de, li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re kombûye û civîn destpê kiriye.

Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sırrı Süreyya Önder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.

Tê payîn şandeya Îmraliyê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.

ROJNEWS